Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir 2020-06-20 17:21:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajaroka Şeladizê, li dijî êrîşên Arteşa Tirk yên duh pêk hatî meşek li dar xistin. Piştî meşê Hêzên PDK’ê êrîşî girseyê kir.    Balafirên Arteşa Tirk duh li Şeladizê 5 welatî kuştin û gelê bajarokê îro herikî kolanan. Girseyek qelebalix li nava bazara Şeladizê kom bû û dijî êrîşan hêrsa xwe anîn ziman. Xwepêşandêran xwestin bimeşin baregeha Tirkiyeyê ji hêla hêzên asayîşa PDK’ê ve bi êrîşê re rûbirûman.