Li Amedê du kes hatin binçavkirin
- 09:55 19 Hezîran 2020
- Rojane
AMED - Di encama serdegirtina malan a serê sibehê de Ceylan Aslan û Jiyan Taş hatin binçavkirin.
Polîsan serê sibehê li Amedê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ceylan Aslan û Aktivîsta TJA'yê Jiyan Taş hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.