Li Amedê du kes hatin binçavkirin 2020-06-19 09:55:02   AMED - Di encama serdegirtina malan a serê sibehê de Ceylan Aslan û Jiyan Taş hatin binçavkirin.    Polîsan serê sibehê li Amedê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ceylan Aslan û Aktivîsta TJA'yê Jiyan Taş hatin binçavkirin.    Hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.