Li Mexmûrê Sema Yuce hat bibîranîn

  • 08:37 17 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkoşera azadiyê Sema Yuce hat bibîranîn. 
 
Meclîsa Îştarê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê têkoşerên azadiyê Sema Yuce û Gulan (Fîlîz Yerlikaya) bi bîr anî. Endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) Mizgîn Karabulut axivî. Mizgînê got:"Her şehîdek ji bo nirxekî pîroz û mezin e. Jinên têkoşer di oxira azadiyê de bedena xwe kirin agir. Ji bo em xwedî li doza xwe derkevin divê em li ser rêya wan bimeşin."