Li Mexmûrê Sema Yuce hat bibîranîn 2020-06-17 08:37:45   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkoşera azadiyê Sema Yuce hat bibîranîn.    Meclîsa Îştarê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê têkoşerên azadiyê Sema Yuce û Gulan (Fîlîz Yerlikaya) bi bîr anî. Endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) Mizgîn Karabulut axivî. Mizgînê got:"Her şehîdek ji bo nirxekî pîroz û mezin e. Jinên têkoşer di oxira azadiyê de bedena xwe kirin agir. Ji bo em xwedî li doza xwe derkevin divê em li ser rêya wan bimeşin."