Li Bursayê jinek hat qetilkirin
- 11:52 14 Hezîran 2020
- Rojane
BÛRSA - Li navçeya Nîlufer jina bi navê Serpîl Karataş ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin ve hat qetilkirin.
Li navçeya Nîlufer a Bûrsayê Osaman Cenk Karataş jina pê re hatibû zewicandin Serpîl Karataş qetil kir. Cenazeyê serpîlê, ji aliyê 2 zarokên wê ve li malê hat dîtin. Dûre ekîbên polîs û tenduristiyê hatin agahdarkirin. Polîs û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, cenazeyê Karataş ji bo otopsiyê rakirin morgê.
kujerê Serpîl Karataş li ser rêya Kutahya û Eskîşehîrê hat binçavkirin. Kujer Osaman Cenk Karataş ê ku anîn Bûrsayê, dûrê wê sewqî edliyê bê kirin.