Li Bursayê jinek hat qetilkirin 2020-06-14 11:52:48   BÛRSA - Li navçeya Nîlufer jina bi navê Serpîl Karataş ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin ve hat qetilkirin.   Li navçeya Nîlufer a Bûrsayê Osaman Cenk Karataş jina pê re hatibû zewicandin Serpîl Karataş qetil kir. Cenazeyê serpîlê, ji aliyê 2 zarokên wê ve li malê hat dîtin. Dûre ekîbên polîs û tenduristiyê hatin agahdarkirin.  Polîs û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, cenazeyê Karataş ji bo otopsiyê rakirin  morgê.    kujerê Serpîl Karataş li ser rêya Kutahya û Eskîşehîrê hat binçavkirin. Kujer Osaman Cenk Karataş ê ku anîn Bûrsayê, dûrê wê sewqî edliyê bê kirin.