Mêrê ku êrîşa zayendî kir hat girtin
- 16:09 9 Hezîran 2020
- Rojane
AMED - Ajokarê teqsiyê Azîz K. yê li navçeya Yenişehirê du zarok bi tecawuz û êrîşa zayendî rû bi rû hişt.
Ajokarê teqsiyê Azîz K. yê li navçeya Yenişehirê tecawizî zaroka 4 salî kir û di heman demê de zaroka 13 salî bi êrîşa zayendî rû bi rû hişt.
Zaroka 13 salî bûyer ji malbata xwe vegot û bûyer bi vî rengî derket holê. Azîz K. ê ku di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin û ji ber sûcên "êrîşa zayendî ya li dijî zarok","destdirêjiya li dijî zarok" hat girtin şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Amedê.