Mêrê ku êrîşa zayendî kir hat girtin 2020-06-09 16:09:53   AMED - Ajokarê teqsiyê Azîz K. yê li navçeya Yenişehirê du zarok bi tecawuz û êrîşa zayendî rû bi rû hişt.    Ajokarê teqsiyê Azîz K. yê li navçeya Yenişehirê tecawizî zaroka 4 salî kir û di heman demê de zaroka 13 salî bi êrîşa zayendî rû bi rû hişt.    Zaroka 13 salî bûyer ji malbata xwe vegot û bûyer bi vî rengî derket holê. Azîz K. ê ku di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin û ji ber sûcên "êrîşa zayendî ya li dijî zarok","destdirêjiya li dijî zarok" hat girtin şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Amedê.