Jinan polîtikayên êrîşkar ên li ser jinê şermezar kirin

  • 10:46 9 Hezîran 2020
  • Rojane
WAN - Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê ji bo polîtikayên îktidarê yên li dijî jinê şermezar bike û têkildarî girtina Leyla Guven de xebata stickerê kir. 
 
Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo polîtikayên îktidarê yên li dijî jinê şermezar bike û têkildarî girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven de xebata stickerê kir. 
 
Di stickeran de ev gotinan cihê xwe girtin:
 
"*Leyla Berxwedan e, Berxedan jiyan e.
 
*Em ê nebin kesên ku ji aliyê kaosan û îktidaran tên qetilkirin.
 
*Divê efûya îstismara zarokan nebe mijara gotinê jî. Em ê qira zihniyeta îstismarkaran bînin. 
 
*Îktidara ku çareseriyê ji kuştinên jinan nabîne zagonên tundiyê zêde dike derdixe. Em ê hîn bêtir li dijî tundiya li ser jinê dengê xwe derxin. Em ê huş nebin!
 
*Em di têkoşîna xwe ya li dijî zagonên îstismara zarokan rewa dikin bi israr bin. Efuya ji bo bersûcên tecawizkaran sûc e. Li dijî îstismarê bêdeng nemîne bibe deng. 
 
*Em ê li dijî gotinên we yên zayendparêz, polîtikayên we yên dijminatiya jinan dikin û zihniyeta we ya baviksalarî li gel hevdu bin. Em ê wekî jin têkoşîna xwe mezintir bikin 
 
*Zagona înfazê ya dijminê jinê.”