Jinan polîtikayên êrîşkar ên li ser jinê şermezar kirin 2020-06-09 10:46:53   WAN - Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê ji bo polîtikayên îktidarê yên li dijî jinê şermezar bike û têkildarî girtina Leyla Guven de xebata stickerê kir.    Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo polîtikayên îktidarê yên li dijî jinê şermezar bike û têkildarî girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven de xebata stickerê kir.    Di stickeran de ev gotinan cihê xwe girtin:   "*Leyla Berxwedan e, Berxedan jiyan e.   *Em ê nebin kesên ku ji aliyê kaosan û îktidaran tên qetilkirin.   *Divê efûya îstismara zarokan nebe mijara gotinê jî. Em ê qira zihniyeta îstismarkaran bînin.    *Îktidara ku çareseriyê ji kuştinên jinan nabîne zagonên tundiyê zêde dike derdixe. Em ê hîn bêtir li dijî tundiya li ser jinê dengê xwe derxin. Em ê huş nebin!   *Em di têkoşîna xwe ya li dijî zagonên îstismara zarokan rewa dikin bi israr bin. Efuya ji bo bersûcên tecawizkaran sûc e. Li dijî îstismarê bêdeng nemîne bibe deng.    *Em ê li dijî gotinên we yên zayendparêz, polîtikayên we yên dijminatiya jinan dikin û zihniyeta we ya baviksalarî li gel hevdu bin. Em ê wekî jin têkoşîna xwe mezintir bikin    *Zagona înfazê ya dijminê jinê.”