Li pasûrê mirina jinekê ya bi gûman
- 09:45 3 Hezîran 2020
- Rojane
AMED - Li gundê Karaagaç ê Pasûrê jinekê bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku duh li gundê Karaagaç ê Pasûra Amedê jinekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest daye. Jina bi navê Medîne ku paşnavê wê nehat zanîn û jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin ku dayika 3 zarokan e. Li bendê ye ku îro cenazeyê Medîneyê bê definkirin.
Herwiha gundiyan diyar kir ku Medîne ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve bi tundiyê re rûbirû dima.