Li pasûrê mirina jinekê ya bi gûman 2020-06-03 09:45:41   AMED - Li gundê Karaagaç ê Pasûrê jinekê bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da.   Hat diyarkirin ku duh li gundê Karaagaç ê Pasûra Amedê jinekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest daye. Jina bi navê Medîne ku paşnavê wê nehat zanîn û jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin ku dayika 3 zarokan e.  Li bendê ye ku îro cenazeyê Medîneyê bê definkirin.   Herwiha gundiyan diyar kir ku Medîne ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve bi tundiyê re rûbirû dima.