Hevşaredar nehatin tahiliyekirin

  • 16:41 2 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewerê Gulîstan Oncu, di doza ku cara yekê jê girtî tên darizandin de nehatin tahliyekirin. 
 
Daneşîna yekemîn a doza Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz û ya Stewrê Gulîstan Oncu ku qeyûm tayînî şûna wan kirin, hat dîtin. Daneşîn li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran li Edliyeya Mêrdînê hat dîtin. Kesên girtî jî Girtîgeha Tîpa T ya Tarsusê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bûn. 
  
Daneşîn bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin û hevşaredaran îdayên derbarê wan de hatin kirin red kirin. Heyata dadgehê piştî parastina parêzera biryar da ku rewşa girtî ya hevşaredaran berdewam bike û daneşîn taloqî 11'ê tebaxê kir.