Hevşaredar nehatin tahiliyekirin 2020-06-02 16:41:12   MÊRDÎN - Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewerê Gulîstan Oncu, di doza ku cara yekê jê girtî tên darizandin de nehatin tahliyekirin.    Daneşîna yekemîn a doza Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz û ya Stewrê Gulîstan Oncu ku qeyûm tayînî şûna wan kirin, hat dîtin. Daneşîn li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran li Edliyeya Mêrdînê hat dîtin. Kesên girtî jî Girtîgeha Tîpa T ya Tarsusê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bûn.     Daneşîn bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin û hevşaredaran îdayên derbarê wan de hatin kirin red kirin. Heyata dadgehê piştî parastina parêzera biryar da ku rewşa girtî ya hevşaredaran berdewam bike û daneşîn taloqî 11'ê tebaxê kir.