Beşa awarte û alîkariya yekem li bajarê Dêrikê hat vekirin
- 12:25 29 Gulan 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Navenda beşa awarte û alîkariya yekem li bajarê Dêrikê ji aliyê Heyva Sor a Kurd û bi alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê hat vekirin.
Heyva Sor a Kurd bi alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê navenda beşa awarte û alîkariya yekem li bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê vekir. Her diha di vekirinê de malbatên şehîdan, endamên meclisa bajarê Dêrikê û endamên Heyva Sor a bajarê Qamişlo û Dêrikê amade bûn.
Navend ji aliyê dayikên şehîdan bi qutkirina qurdeleya sor hate vekirin, paşê şêranî li kesên amade hat belavkirin.