‘Hebûna jinan a di qada wêjeyê de girîng e’

  • 09:02 24 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Roza Metîna 
 
ÊLIH - Helbestkar Bîrgul Uşar a ku tevli Fûara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê bû da zanîn hebûna jinan a di qada wêjeyê de girîng e û wiha got:” Jinên Kurd jîr in û difikirin lê belê derfeta wan tune ye. Ji ber ku mêr azadiyê nade jinê. Mêr dibêjin jin kole ye. Lê divê jin her tim azad bin. Jin dikarin li ser wêjeyê jî bisekinin, karê xwe jî bikin û li mala xwe jî binêrin.”
 
Fûara Pirtûkên Kurdî ya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman Arî (ARÎ-DER) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) ve li Êlihê hat lidarxistin 16’ê Cotmehê dest pê kir û heta roja 20’ê Cotmehê dewam kir. Di Fûra Pirtûkên Kurdî de bernameyên mîna panel û gotubêjan jî hat lidarxistin û gelek nivîskarên Kurd û weşanxaneyên Kurd tevli fûarê bûn.
 
Helbestkar Bîrgul Uşar a ku tevli Fûara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê bû têkildarî girîngiya wêjeyê, pirtûkan û hebûna jinan a di qada wêjeyê de nirxandin kir. Bîrgulê di heman demê de bal bir ser girîngiya zimanê Kurdî, perwerdeya bi zimanê Kurdî û got divê zimanê Kurdî azad be. 
 
‘Wêje di jiyana civakê de xwediyê cihekî taybet e’
 
Helbestkar Bîrgul Uşar di destpêkê de bal bir ser girîngiya pirtûk û wêjeyê û wiha got:”Em pirtûkan dinivîsin ku ji bo gelê me jî her tişî bizanibin. Loma pirtûk ji bo civakê girîng in. Li fûara em beşdar bûnê jî pirtûkên Kurdî hene. Lê em dixwazin her kes bixwînin, binivîsin. Asta xwendina pirtûkan kêm e loma divê gel pirtûkan bixwînin. Pirtûk wêje û çanda mirovan pêş dixe. Mirov bi wêjeyê re hîn zêde difikire. Loma wêje di jiyana civakê de xwediyê cihekî taybet e.”
 
‘Divê dibistanên Kurdî hebin’
 
Bîrgulê di heman demê de bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê Kurdî û wiha pê de çû:”Zimanê Kurdî di cîhanê de zimanekî dewlemend e. Loma em bi zimanê xwe binivîsin ev gelekî girîng e. Em her tim dixwazin bi zimanê xwe binivîsin û zarokên me jî bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Divê dibistanên Kurdî hebin û zarokên me herin dibistanên xwe. Çimkî dema em bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin û piştre ew zarok diçin dibistanê, em dibînin ku bi tirkî diaxivin. Piştre jî bi Kurdî xeber nadin. Min jî bi zimanê dayika xwe perwerde nedîtiye lê belê min jî dixwest ez bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînim.”
 
‘Hebûna jinan a di qada wêjeyê de girîng e’
 
Bîrgulê her wiha qala girîngiya hebûna jinan a di qada wêjeyê de kir û wiha dewam kir:”Zihniyeta mêr dibêje bila jin di mala xwe de rûnê û tenê kar bike. Dibêjin bila jin tenê li zarokan mêze bikin. Her wiha dibêjin bila jin mala min paqij bike, xwarina min çêbikê lê belê bila çavên jinê venebe. Loma hebûna jinan a di qada wêjeyê de girîng e. Jinên Kurd jîr in û difikirin lê belê derfeta wan tune ye. Ji ber ku mêr azadiyê nade jinê. Mêr dibêjin jin kole ye. Lê divê jin her tim azad bin. Jin îro dikare gelek karan bi hev re bikin. Dikarin li ser wêjeyê jî bisekinin, karê xwe jî bikin û li mala xwe jî binêrin. Jin ber ku jîr in loma jî divê li ser wêje û çanda xwe bisekinin.”
 
‘Divê em Kurd zimanê xwe azad bikin’
 
Bîrgulê diyar kir ku divê li dijî êrişan kurd di polîtîkaya zimanê Kurdî de bi ser bikevin û wiha dewam kir:”Di wêje û çanda kurdan de kesên mezin û hêja hene. Em neviyên Seyît Riza, Şêx Seîd in. Çanda me gelekî dewlemend e. Jinên Kurd di vir de xwediyê girîngiyekê ne. Loma jî êriş her tim li ser ziman, çand û wêjeya me çêdibe. Wexta em li derekê bi Kurdî diaxivin dibêjin hûn ketiye qenala duduyan. Lê belê qenala me zimanê dayikê ye. Îro heger zimanê dayika me hebe em hene. Em ê her tim bi zimanê dayika xwe jî mezin bibin. Loma divê em Kurd zimanê xwe azad bikin. Divê em bi taybet di polîtîkaya zimanê Kurdî de bi ser bikevin.”
 
‘Ez li dijî şer azadiyeke bi rûmet dixwazim’
 
Bîrgulê herî dawî ev peyam da:” Îro şerekî qirêj heye loma em divê bila aştî û azadî bê. Ez li dijî şer azadiyeke bi rûmet dixwazim. Bila hêsirên dayikan neyên xwarê û her kes azad bin. Ne Kurd ne Tirk bila dilê tu kesî neşewite. Bila jin û zarok neyên qetilkirin.”