Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan perspektîfa çareseriyê

  • 09:04 24 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan di 24’ê Hezîrana 2013’yan de ji bo pirsên ‘Pirsgirêka Kurd wê çawa bê çareserkirin, ewil wê kîjan gav bên avêtin’ bersiv dan û çarçoveya daniye holê rojevîbûna xwe diparêze. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê ji 15’ê Sibata 1999’an het aniha di tecrîda giran de tê girtin. Her wiha 44 mehe tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan didome û nîqaşên li ser tecrîdê didomin. Serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî rojek berê di axaftina li meclîsê de daxwaz kir ku Abdullah Ocalan bê meclîsê û daxuyaniyê bide.
 
Abdullah Ocalan bersiva herî girîng çareseriya pirsgirêka Kurd û şerên li Rojhilata Navîn tên meşandin. Abdullah Ocalan di hevdîtina 2013’yan de bal dikşîne ser 8 nokteyan. Gelo Abdullah Ocalan çi got ji bo destpêkê çi pêşniyar kir û çi anî ziman?
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 24’ê hezîrana 2013’yan de ev 8 xal anî ziman:
 
“1- Piştî gerîla, ji bo siyaseta demokratîk ya ku cihê wan îkame dike, komîsyona hiqûqê: Em ê çarçoveyekê amade bikin. Birêz serokwezîr digot ya ‘werin siyaseta demokratîk, têkoşîna fikr û raman’, belê ev çarçoveya vê ye. Çiya siyaseta demokratîk? Em ê ewil nîqaş bikin pişre wê biçe Lijneya Wezîran. Ji ber vê jî wê pakêta we ya 25 xalî bisekine. Em ê refaranduma herêmî, herêman û gelek rêgazan diyar bikin. Em ê vê bi kîjan hiqûqê bibin qanûn û destur abingehîn? Li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk tuneye ji xwe. Divê hilbijartin partî vê nîqaş bikin. Her kes tevli nîqaş bibin. Bi nîqaşan wê encam bê girtin.
 
2- Komîsyona Civakî-Aborî: Komîtalîzma çavsor ji niha de ketiye tevgerê. Bendav, razemenî û her wekê din. Ev her 8 sernav yek bi yek mijara konferansê ne. Wek Konferansa Aborî Komunal û aborî-polîtîk. Betaliya li Rihayê û her wekê din wek mînak dibêjim. Wê ev çawa bên çareserkirin? Hûn partiya rast ya civakê bin hûnê çareyekê bibînin. Bi HES’an gundan vala dikin. Dîroka Mezopotamyayê seranserê dîrokê her kes xwedî kiriye. Ahmet Pelda dibêj ‘Wê razemeniya biyanî bê em ê jî para xwe bigirin’. Aboriyek wisa nabe. Ev bê aborîtiye. Divê partiya we bersiva van pirsan bide. Çareseriyên siyasî bibînin.  Çareseriyên wek koperatîf biafirînin. Kuleyên Hewlerê her yek karasetin. Dixwazin Hewlerê bikin Dubaiya duyemîn. Dixwazin li Amedê jî wisa bikin.
 
3- Komîsyona Mîsakî mîllî: Di esasê de em Mîsakiyeke Kurd-Tirke û bi hev re hatiye avakirin. Meclîsê ev mîsak erê kir. Wê Kurd parçe nekiribana lê kirin. Lê êdî guherina sînoran wisa ne hêsane. Lê em dikarin sînoran biguherin fêdeyan; Yekitiya aborî, wê veguhere sînorê wekheviyê û sînorê Sûriyeyê wek Brukselê be.
 
4- Komîsyona Azadiya Jinan: Pirsgirêka jinê pirsgirêka qedîm a Rojhilata Navîn e. Ez fikrên xwe yên vê mijarê ji ber hişmendiya xwe ya zêde venakim. Min gotibû  heta ku jinên civakê azad nebin civak jî azad nabin.
 
5- Komîsyona ekolojiyê: Di Taksîm û Geziyê de derket holê ku ekolojî pisgirêka Tirkiyeyê ye. Li Herêmê jî HES û lêgerînên madenê hene. Ev dikarin di konferansek ekolojiyê de bên nîqaşkirin.
 
6- Komîsyoan Civaka sivîl: Pisgirêka Kurd wek parvekirina dewletê, yanî çareseriyeke ku dewletê dike rewşa dedere nîne. Ez dibêjim ku Kurd wê nav vê dewletê de xwe wek civaka sîvîl rêxistin bikin. Em ê dewletê di vî alî de bidin zorê. Wek parçeyek dewletê wê Kurd xwe wek civaka sivîl rêxistin bikin. Xweseriya demokratîk nav vê de ye.
 
7- Komîsyoan Ewlehiyê: Pir girîng e. Cara yekemîn vê vedikim. Gerîla niha yekemîn ewlehiya Kurdan e. Piştre wê çi bibe? Divê ji bo Kurdan konferansa ewlehiyê pêk bê. JÎTEM, asîmîlasyon, çand û texrîbata xwezayê… Wê wî ewlehiya Kurdan bigire? Wê kî nûnerê kurdan be? Mînak cigirekî musteşarê MÎT’ê dikare Kurd be? Yekîneyeke ewlehiyê ya gund ya bi hilbijartinê tê hilbijartin. Nobedar, zabita û polîsên trafîkê yên girêdayê şaredariyan.
 
8- Komîsyona lêkolîn û şopandina heqîqetê: Mijarên wek kuştinên kiryar nediyar, veger, goristanên komî hene. Ev komîsyon wê ji bo şopandina pêvajoyê û pêşxistina xweşbiniyê bixebite. Pêşniyarên mine v in. Min pêşkêşî dewltê kir. Wê biryra xwe bidin.
 
Qanûn derkeve wê asta duyemîn biqede. Em ê ji hev re pêşniyaran bikin. Divê AKP vê bizanibe; gerîla beşek di hundir de bimîne jî bila ev wan venekişîne. Em bixwazin gerîla dikarin nav gel de jî xwe veşêre. Bila li ser vê zêde nesekinin. Ev bêpevçûnek.  Operasyonên KCK’ê pêk bên ji siyasetê hûn, operasyonên gerîla hebin wê gerîla bersiv bide. Proje bikeve qanûnê wê asta normalbûnê pêş bikeve.