Beşa awarte û alîkariya yekem li bajarê Dêrikê hat vekirin 2020-05-29 12:25:19   QAMIŞLO - Navenda beşa awarte û alîkariya yekem li bajarê Dêrikê ji aliyê Heyva Sor a Kurd û bi alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê hat vekirin.   Heyva Sor a Kurd bi alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê navenda beşa awarte û alîkariya yekem li bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê vekir.  Her diha di vekirinê de  malbatên şehîdan, endamên meclisa bajarê Dêrikê û endamên Heyva Sor a bajarê Qamişlo û Dêrikê amade bûn.   Navend ji aliyê dayikên şehîdan bi qutkirina qurdeleya sor hate vekirin, paşê şêranî li kesên amade hat belavkirin.