Li Hazoya Êlihê du avahî kirin bin karantînayê

  • 10:28 10 Nîsan 2020
  • Rojane
ÊLIH - Li Hazoya Êlihê du avahiyên li heman kuçeyê kirin bin karantînayê.
 
Li Navçeya Hazoya Êlihê du avahiyên li heman kuçeyê kirin bin karantînayê. Li got daxuyaniya qeymeqemtiya Hazoyê ketin û derketina herdu avahiyan hat qedexekirin. 
 
Di daxuyaniya qeymeqemtiyê de wiha hat gotin:"Di çarçoveya tevdîrên li dijî Vîrusa Koronayê de kesên li gor biryara qedexeyê tev negerin ew ê 3 hezar û 150 TL cezayê pereyan li wan bê birîn. Ew ê li got madeya 195'an a Qanûna Cezayê Tirk tevger bên kirin."