‘Dema jin binivîsin wê cîhan biguhere’

  • 09:05 25 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
Roza Metîna
 
ÊLIH - Nivîskar Kazîme Gumuş a ku tevli Fûara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê bû da zanîn divê jin dev ji nivîsandinê bernedin û wiha got:”Divê jin bixwînin û binivîsin. Çimkî ya ku jiyanê diguherîne jin in. Dema jin binivîsin wê cîhan biguhere.”
 
Fûara Pirtûkên Kurdî ya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman Arî (ARÎ-DER) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) ve li Êlihê hat lidarxistin 16’ê Cotmehê dest pê kir û heta roja 20’ê Cotmehê dewam kir. Di Fûra Pirtûkên Kurdî de bernameyên mîna panel û gotubêjan jî hat lidarxistin û gelek nivîskarên Kurd û weşanxaneyên Kurd tevli fûarê bûn.
 
Nivîskar Kazîme Gumuş a ku tevli Fûara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê bû têkildarî fûarê, nivîsandina jinan, wateya wêjeyê nirxandin kir. 
 
‘Dema jin binivîsin wê cîhan biguhere’
 
Nivîskar Kazîme Gumuş di destpêkê de bal kişand ser pirsa ‘Ji bo çi divê jin binivîsin’ û wiha got:”Divê jin bixwînin û binivîsin. Çimkî ya ku jiyanê diguherîne jin in. Dema jin binivîsin wê cîhan biguhere. Her tiş bi jinê diqede. Di vir de elbet girîngiya perwerdeyê jî heye. Çimkî jina ku perwerde nedîtibe hîç e. Loma divê jin bixwînin û binvîsin. Yanî îllehî ne tenê mirov xwendina li zanîngehê esas bigire, jin divê li malê bixwînin, li kuçeyan bixwînin, divê jin bi xwendinê bibe xwe.”
 
‘Divê jin li dijî zimanê zayendperest binivîsin’ 
 
Kazîme her wiha bal bir ser zimanê zayendperest ê di wêjeyê de û got:” Li dijî zimanê zayendperest ê di wêjeyê de divê jin jî binivîsin û bersiva xwe wiha bidin. Ji ber ku nivîsandina jinê pêşengiya jinê ye. Ev yek tê wateya meşandina li pêşiyê ya jinê.”
 
‘Divê jin tiştên ku hildiberînin binivîsin’
 
Kazime bi lêv kir ku ji bo jin hîn bêhtir binivîsin divê azad bin û wiha pê de çû:”Ji bo jin hîn bêhtir binivîsin divê pir bigerin jî.  Ji bo hinek tiştan bibînin û kom bikin divê cihên cuda bibînin. Divê jin azad bin û hinek tiştan bikaribin hilberînin. Divê jin tiştên ku hildiberînin binivîsin. Jin divê tiştên ku bûne şahid binivîsin. Divê jin xwe hepsî malê nekin.” 
 
‘Wêje ji bo min cîhanek e’
 
Kazîme di heman demê de bal bir ser wateya wêjeyê ya ji bo wê û wiha lê zêde kir:” Wêje ji bo min cîhanek e. Ez li malê dixwînim û xwe pêş dixim. Ez dinivîsim û xwe pêş dixim. Ez ji nivîsandinê gelekî hez dikim.”
 
‘Divê jin tevlî fûarên pirtûkan bibin’
 
Kazîme da zanîn tevlîbûna jinên nivîskar a ji bo fûarên pirtûkan tiştekî gelekî xweş e û wiha dewam kir:”Ez dema têm fûaran ez dibêjim qey ez hatime cîhaneke cuda. Mesele li vir ne tenê îmzekirina pirtûkan e. Mirov li fûarên pirtûkan kesên cuda nas dikin. Sohbetkirina bi kesên xwediyê çandên cuda xweş e. Danasîna pirtûkan a li fûran jî gelekî xweş e. Li gor min divê hemû jinên nivîskar tevli fûarên pirtûkan bibin. Divê jin cihên xwe yên li ser stantên pirtûkan bigirin. Jiyaneke bê jin nabe. Jin jiyan e, pirtûk e, helbest e. Loma divê jin li her derê bin.”
 
‘Divê em rengê jinê bi dawî nekin’
 
Kazîme da zanîn ew di helbestên xwe de cih dide jinan û wiha got:”Min gelek helbest li jinan nivîsandine. Ji bo jinan vegotinên min ên xweş hene. Jinên ku ji çavên wan çirûsk bilind dibin hene. Belkî ew bi xwe nabînin lê belê kesên li hember lê dinêre vê yekê dibîne. Çavên wê jinê dibiriqe û reng dide cîhanê. Divê em vî rengî bi dawî nekin.”
 
‘Divê her kes bi zimanê xwe binivîse’
 
Kazîme da zanîn wê bi tirkî perwerde dîtiye lê tirkî ji bo wê zimanekî biyan e û wiha got divê her kes bi zimanê xwe binivîse. Kazime wiha dewam kir:”Mirov bi zimanê xwe yê dayikê tên cîhanê. Lê ji bo hinek zimanan em dikarin bêjin bêyî ku em perwerdeyê bibînin em diaxivin. Li dibistanê tirkî hînî me dikin. Lê ji bo min tirkî zimanekî biyan e. Divê her kes bi zimanê xwe binivîse. Çimkî ziman winda dibin. Em asîmîle dibin. Ji bo em asîmîle nebin divê em bi zimanê xwe binivîsin. Divê em bi zimanê xwe hilberînin. Zimanek mirovek e. Dema zimanek winda bibe ev tê wê maneyê ku te hemû tişt winda kiriye.”
 
‘Divê jin bikaribe li ser lingê xwe bisekine’
 
Kazîme da zanîn divê jin bixebite û li ser lingê xwe bisekine û wiha got:”Jin divê bikaribe li her derê û her ku xwest binivîse. Lê belê mêr ji bo desthilatdariya xwe derxin pêş zextê li jinan dikin. Û ger jin di warê aboriyê de jî nikaribe li ser lingê xwe bisekine wê demê di binê desthilatdariya mêr de dimîne û tê çewisandin. Loma jin divê di destpêkê de bikaribe li ser lingê xwe bisekine. Divê bixebite pişte binivîse û bixwîne. Wê demê jin di bin desthilatdariya mêr de namîne. Wê demê jin dikare azad bibe.”
 
‘Em hewl didin ku jinan teşwîqî wêjeyê bikin’
 
Kazîme bal kişand ser hinek çalakiyên xwe yên ji bo wêjeyê û wiha got:”Li Behra Reş di navbera Trabzon û Artvînê de komeke me ya watsapê heye. Bi vê re em bi nivîskar, hunermend, rojnameger û helbestkaran civînan çêdikên.  Em bi muzîk û helbestê wêjeyê didin nasîn. Em dibînin ku yên tevlî dibin jî bextewar dibin. Li vir fêdeya me ya ji bo azadiya jinan jî digihêje jinan. Em hewl didin ku jinan teşwîqî wêjeyê bikin. Divê jin hestên xwe bi pênûsa xwe binivîsin. ”
 
‘Ez di nivîsê de astengiyê nas nakim’
 
Kazîme da zanîn ew bi awayekî azad dinivîse û astengiyan nas nake û wiha got:"Ez her tiştî dinivîsim û di nivîsê de astengiyê nas nakim. Divê hemû jin wiha bin û astengiyan nas nekin. Çi pêwist dike divê em binivîsin. Ji ji dilê me bê divê em binivîsin. Ger mêr dinivîse divê jin jî binivîse.”
 
‘Jin dest bidin hevdu tiştekî ku nikaribe bikin tune ye’
 
Kazîme herî dawî anî ziman ku ew bi zimanê Lazkî jî helbestan û çîrokên zarokan dinivîse û ev peyam da:”Divê jin di stargehekê de heps nebe. Divê jin bi awayekî zelal her tiştî binivîse û biaxive. Û jin ger dest bidin hevdu tiştekî ku nikaribe bikin jî tune ye.”