Ji KCK'ê der barê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî

  • 21:39 24 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KCK'ê ku got "Tevgera me bi hemû pêkhateyên xwe ve wê li gorî pêvajoya ku Rêber Apo pêş bixe tevbigere” û anî ziman ku ji bo vê jî divê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û xebatê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên avakirin.
 
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hevdîtina 23’yê Cotmehê roja Çarşemê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk hat daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tecrîd dewam dike, hat destnîşankirin ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi temamî neyê rakirin û şert û mercên tenduristî, ewlekarî û xebatê yên li ser neyên avakirin, ne pêkan e ku behsa pêşketinan bê kirin.
 
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
 
“Di meha Cotmehê de roja Çarşemê bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk hat. Hin peyamên ku Rêber Apo dixwest bi raya giştî re were parvekirin, hatin parvekirin. Piştî pênc salan hevdîtina bi Rêber Apo re pir girîng e. Di vê hevdîtinê de agahîgirtina ji Rêber Apo me, gelê me û dostên me gelekî kêfxweş kir. Lê belê weke ku Rêber Apo diyar kir tecrîd nehatiye rakirin û didome.
 
Divê şert û merc bên avakirin
 
Rêber Apo bi zelalî diyar kir ku ew ê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne û anî ziman ku ger şert û merc pêk werin ew ê di çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd de rola xwe bilîze. Divê ev helwest ji aliyê her kesî ve baş were fêmkirin. Yên ku ji bo aştî çareseriya pirsgirêkê helwestê nîşan didin, bangawazî dikin û piştgiriyê didin divê nêzîkatiya pêwîst nîşanî vê helwesta Rêber Apo bidin. Ji bo vê jî beriya her tiştî şert û mercên tenduristî, ewlehî û xebatê bên avakirin. Heta ku ev şert û merc pêk neyên, bi Rêber Apo re şert û mercên diyalog û danûstandinên lezgîn neyên avakirin, ne raste ku mirov li bendê be ku Rêber Apo rola xwe bilîze û bi niyeta baş nayê nirxandin. Em hevdîtinê erênî dibînin. Lê belê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebûye. Tecrîd didome. Rêber Apo jî diyar kir ku tecrîd didome. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bi temamî neyê rakirin û şert û mercên tenduristî, ewlekarî û xebatê yên Rêber Apo neyên avakirin, ne pêkan e ku mirov behsa pêşketinê bike.
 
‘Em ê li gorî Rêber Apo tevbigerin’
 
Muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye. Aştiya li Tirkiyeyê jî bi muxatabgirtina Rêber Apo pêkan e. Em weke tevger di wê baweriyê de ne ku demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye, çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girêdayî ye û me gelek caran ev helwest nîşan daye. Her wiha hem em hem jî gelê me her tim nîşan daye ku muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye. Em vê nêzîkatiyê careke din tekez dikin. Gelê Kurd bi hemû sazî û pêkhateyên xwe ve wê pêvajoya ku Rêber Apo bi pêş bixe esas bigire. Rêber Apo îradeya tevgera me û gelê me ye û muxatab û muzakerevanê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Di vê mijarê de nêzîkatî û helwesteke cuda nîne. Tevgera me bi hemû pêkhateyên xwe wê li gorî pêvajoya ku Rêber Apo pêşxistiye tevbigere. 
 
‘Hedefgirtina Rojava paradokseke mezine’
 
Tê gotin ku çalakiya ku li Enqereyê pêk hatiye ji aliyê tevgera me ve hatiye kirin. Ger ku ev çalakî ji aliyê hêzên me ve hatibe kirin, wê HPG daxuyaniya pêwîst bide. Lê weke ku tê xwestin ku wisa bê xuyakirin, teqez ti eleqeya vê çalakiyê bi pêvajoyê tê pêşxistin re tine ye. Ji ber vê çalakiyê hedefgirtina herêmên parastina Rojava, Şengal û Herêmên Paratinê yên Medyayê bi ti awayî nayê qebûlkirin. Bêyî ku cudahiyê têxin nava hedefan êrîşî  gund û bajarên Rojava kirin, gel rasterast hedef hat girtin, cihên jiyanê yên gel, depoyên xwarin û avê, stasyonên ceyran û enerjiyê, bendav, nanpêjxane, nexweşxane kirin hedef. Di van êrîşan de gelek sivîlên ku em hejmara wan nizanin jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Em van êrîşên hovane şermezar dikin. Li aliyekî ve behsa aştî û çareseriya siyasî ya pirsgirêkan tê kirin, li aliyê din jî êrîşên wiha bêperwa tên kirin, gel tên qetilkirin, qadên jiyanê û çavkaniyên gel tên hedef girtinî ev paradokseke mezin e.
 
‘Pêşketin wê bi têkoşînê pêk bê’
 
Divê gelê me û dostên me bi zanebûna vê rastiyê tevbigerin. Her tiştên ku heta niha bi dest xistine bi têkoşînê pêk hatine. Hemû geşedanên ku me pêk anîne, encama têkoşîna me ye. Ji niha û pê ve hemû serketin û pêşketinên ku em ê bi dest bixin wê bi têkoşînê bin. Divê em bi vê hişmendiya dîrokî tevbigerin û pêşxistina têkoşînê esas bigirin. Tê zanîn ku em alîgirê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in û alîgirê çareseriya pirsgirêkê bi diyalog û muzakereyê ne. Weke tevger û gel me ev helwest û îradeya xwe nîşan daye. Rêber Apo di hevdîtina ku di bin tecrîda giran de pêk anî de careke din helwesta xwe ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkê bi awayekî zelal nîşan da. Lê belê tecrîda li ser Rêber Apo didome. Divê em ev têkoşîna ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daye destpêkirin, berfirehtir bikin. Divê gelê me û dostên me li ser vê bingehê têkoşînê mezin bikin.”