Dengbêja li dijî pergala mêr têdikoşe

  • 09:04 25 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
Derya Ren
 
RIHA - Dengbêj Feryal Gokkan ya ji Pirsûsê ye li dijî serdestiya mêr têdikoşe û diyar kir ku bi zorê bi kesekî ku 27 salan jê mezintir e hatiye zewicandin û naxwaze paşnavê wî bi kar bîne. Feryalê got: “Ez zewicîm û mala ku çûmê wek goristanê bû ji bo min. Ji bo ji wir dûr bikevim her tim stranan dibêjim.”
 
Çanda dengbêjiyê her çiqas bi pergala serdest ya mêr bê nîşandan jî pêşengên wê jinên Kurd in û salên dawî de ev zêdetir hat dîtin.
Feryal Gokkan ya li Pirsûs a Rihayê dijî yek ji van dengbêjin jin e. Feryal bi klamên xwe li dijî newekheviya zayendî dibe deng. Li aliyê din jî paşnavê mêrê ku pê zewiciye jî ji derveyê saziyên fermî bikar nayne û li dijî pergala serdest a mêr têdikoşe.
 
Feryalê der barê jiyana dengbêjiyê de, kodên pergala serdest ya mêr de axivî.
 
Bi kesekî ku 27 salan jê mezintir e re hat zewicandin
 
Feryalê da zanîn ku di malbatek paşverû de mezin bûye û 16 salî de wek hêwî bi kesekî ku 27 salan jê mezintir e re hatiye zewicandin. Feryalê wiha domand: “6 zarokên wî hebûn. Min li zarokên wî mêze dikir. Beriya bizewicim gelek xeyalên min hebûn. Min temenê biçûk de xwe nas kir lê tevî vê min nikaribû tiştekî bikim. Li ser jinan zextên mêran zêde ne. Min xwest ez ji bo jinan bibim mînak. Piştre 3 zarokên min çêbûn. Min radyo guhdar dikir. Min xwe dikir şûna wan. Min dixwest têkoşîna jinê nas bikim. Lê her tim astengî çêdibû. Lê piştî zarokên min mezin bûn min gav avêtin.”
 
‘Wek goristanê bû’
 
Feryalê bi lêv kir ku sala 1990’î de hatiye zewicandin lê tu car zewac qebûl nekiriye û wiha pê de çû: “Ez bi stranên Eyşeşan û Meryemxanê mezin bûm. Min ew guhdar dikirin. Min mînak digirtin. Dema zewicîm mal ji bo min wek goristanê bû. Min xwe ji wê hawirê dûr dixist û stran digotin. Min tu carî serî netewand. Min wek jinekê têkoşîna xwe da. Min ji zarokên xwe re saz, gîtar û erbane girt. Min pêşiya wan vekir. Niha her sê jî dikarin li estrumanan bidin. Ez di 8’ê Adaran de stranan dibêjim. Di 2023’an de ji ber xebatên partiyê hatim girtin. 8 mehan girtî mam. Min li zindanê ji hevalên xwe re stran digot. Min moralê wan bilind dikir.”