Li Hazoya Êlihê du avahî kirin bin karantînayê 2020-04-10 10:28:15   ÊLIH - Li Hazoya Êlihê du avahiyên li heman kuçeyê kirin bin karantînayê.   Li Navçeya Hazoya Êlihê du avahiyên li heman kuçeyê kirin bin karantînayê. Li got daxuyaniya qeymeqemtiya Hazoyê ketin û derketina herdu avahiyan hat qedexekirin.    Di daxuyaniya qeymeqemtiyê de wiha hat gotin:"Di çarçoveya tevdîrên li dijî Vîrusa Koronayê de kesên li gor biryara qedexeyê tev negerin ew ê 3 hezar û 150 TL cezayê pereyan li wan bê birîn. Ew ê li got madeya 195'an a Qanûna Cezayê Tirk tevger bên kirin."