Navê xeta azadiya jina Kurd a gihiştiye pêşerojê Berîtan Hêvî

  • 09:06 25 Cotmeh 2024
  • Portre
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Bêrîtan Hêvî ku afrînera xeta azadiya jina Kurd e di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de wek sembola berxwedana li dijî serdestiya mêr gihiştiye pêşerojê.
 
Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) ku yek ji sembola têkoşîna azadiya jinê ye, bi sekna xwe ya ku teslîmê hevkaran nebû, wek lehenga jin a Kurd tê zanîn. Bêrîtan Hêvî ku teslîmê pêşmergeyên PDK’ê nebû xwe ji zinar de avêt û bû sembola berxwedanê.
 
‘Nasnameya siyasî bi nasnameya çandî re bû yek’
 
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 1971'ê de li Dêrsimê ji dayik dibe. Dibistana seretayî û navîn li Xarpêtê bi dawî dike. Di 1989'an de li Zanîngeha Stenbolê dest bi Beşa Îktisadê dike. Di sala 1990'î de tevgera azadiyê nas dike û di demeke nêz de tê girtin. Di 1991'ê de serbest tê berdan. Bêrîtanê bi sekin û feraseta xwe ji jinan re bû çavkanî, dema ku li Stenbolê rêwîtiya xwe ya ji bo têkoşîna doza kurd dewam dike bi navê Şîlan tê nasîn. Li gelek taxên Stenbolê malbatên ji têkoşîna Bêrîtanê îlham girtin navê zarokên xwe kirin Şîlan. Bêrîtana ku têkoşîna jinan ji jinên der û dora xwe re rave dikir dema tê Stenbolê ji têkoşîna kurd zêde ne haydar e. Lê belê bi lêkolîn, xwendina pirtûkan û qiymeta ku dida jinan xwe pêş xist û şopeke mezin, di dîroka têkoşîna Gelê Kurd de hişt. Piştî ku diçû Cejna Newrozê û doza kurd hîn bû êdî pir kêm çû dibistanê. 
 
‘Ewil jin bi rêxistin kir’
 
Bêrîtana tevli têkoşîna azadiya Kurd bû, di rêxitsibûna jinan de rola pêşeng lîst. Sekin, feraset, têkoşîn û doza wê ya azadiyê hêz da jinan. Dixwest hişmendiya jinan pêş bixe, rêxistinbûyina jinan xurt bibe û wan tevlî nava xebat û têkoşînê bike. Bandora li ser civakê kir gelek girîng bû û wê demê navê wê li gelek zarokên nû hatin dinê hat kirin.  
 
Berê xwe da çiyan
 
Têkoşîn û berxwedana Bêrîtanê tevî zor û zehmetiyên giran, bi israr mezintir dibe. Di encama vê têkoşînê de dikeve bin çavan. Bêrîtan dema dikeve bin çavan hinek kes li ser navê wê îfadeyê jî dide û îşkenceyên giran lê tê kirin lê belê ew dîsa jî neaxive û tu sûcdariyan qebûl nake. Bi nêrîna xwe û bi îradeya xwe ya xurt li ser piyan dimîne. Piştî ku ji zindanê derdikeve berê xwe dide lûtkeyên çiyayên rêbertiya têkoşînê dike.
 
‘Wêrekiya jinan di siya mêran de nehişt’
 
Bêrîtan li dijî serdestiya mêr jî têdikoşe. Bêrîtan li gerîla derxist holê ku jin dikarin bibin pêşeng. Bi helwesta xwe ya di şer de nîşan da ku jin bi wêrekiya xwe di siya mêran de namîne.
 
‘Teslîmê hevkariya mêr nebû’
 
Di sala 1992'yan de PDK û dewleta tirk bûn yek û êrîşî PKK'ê kirin. Di 25'ê Cotmeha 1992'yan de di vê êrîşê de Bêrîtanê teslîm nebû û xwe ji zinarê avêt. Bêrîtanê li ser esasên xweparastina rewa têkoşîna xwe dewam kir, teslîm nebû û li hemberî îxanetê sekinî. Bi vê serîhildanê mîrateyeke mezin a mînaka berxwedanê li dû xwe hişt û peyama 'radestî jî mirin e' da. Ji bo hêviya azadî, aştî û wekheviyê her tim zindî bimîne bû awaza jinên berxwedêr. Ji bo jinên îro her tim tundî li wan tên kirin bû alternatîfeke têkoşînê. Bû çavkaniya pêşketina hişmendiya azadî û xweparastinê. Ji bo parastina nirxên jinê jî di heman demê de li berxwe da. Li dijî zihniyeta her dem xwestiye jiyana jinê serobina bike, bi îradeyeke xurt sekinî. Li dijî jiyaneke ji edaletê dûr, şer kir. Kevneşopiya têkoşîneke bi rûmet a Zarîfe û Besê dewam kir. Niha gelek jinên têkoşer li ser kevneşopiya têkoşîna bi rûmet a Bêrîtanê xizmeta doza azadiya kurd dikin. Bêrîtanê her çiqas çavên xwe li vê cîhanê girtibe û koça dawî kiribe jî ew têkoşîna wê ya bi rûmet di binhişiya mirovan de her zindî ye. Îro jinên kurd û jinên cîhanê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” kevneşopiya Bêrîtanê didomînin. Jinan mîrateya Bêrîtanê dewr girtin û li ser esasên vê birdoziyê li berxwe didin.