Foza Yûsîf roja tenduristvanan pîroz kir

  • 09:13 8 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Endama Lijneya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsîf Roja Tenduristvanan a Cîhanê pîroz kir. 
 
Endama Lijneya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsîf Roja Tenduristvanan a Cîhanê pîroz kir. Foza li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamên bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî parve kir. 
 
Foza wiha got:
 
"Bi boneya Roja Tenduristvanan a Cîhanê ez roja hemû tenduristvanan û bi taybet jî yên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê pîroz dikim. Ez bejna xwe bi rêzdarî li hemberî keda wan ditewînim."