Foza Yûsîf roja tenduristvanan pîroz kir 2020-04-08 09:13:54   NAVENDA NÛÇEYAN-Endama Lijneya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsîf Roja Tenduristvanan a Cîhanê pîroz kir.    Endama Lijneya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsîf Roja Tenduristvanan a Cîhanê pîroz kir. Foza li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamên bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî parve kir.    Foza wiha got:   "Bi boneya Roja Tenduristvanan a Cîhanê ez roja hemû tenduristvanan û bi taybet jî yên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê pîroz dikim. Ez bejna xwe bi rêzdarî li hemberî keda wan ditewînim."