Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Divê em rêya dengê xwe bidin bihstin bibînin

  • 15:16 14 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di Civîna Meclîsa Giştî ya 2'yan a HDK'ê de bal kişand ser daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê û bêdengiya hikûmetê şermezar kir. Gulîstan got: "Divê em rêya dengê xwe bidin bihîstin bibînin" 
 
Civîna Meclîsa Giştî ya 2'yan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li navenda giştî pêk hat. Di destpêka civînê de dîwan hat hilbijartin û rêz hat gitin. Di civîna ku gelek kes tevli bûn de axafitna vekirinê ya civînê ji aliyê  Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ve hat kirin. 
 
Gulîstan, bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 158 roj in di greva birçîbûnê de ye û bêdengiya hikûmetê şermezar kir. Gulîstan, daxwaza çalkgerên greva birçîbûnê dubare kir û got: "Daxwaza wan di Qanûna Bingehîn û peymanên navnetewî de hene. Lê mixabin heta niha hikûmetê ji bo vê yekê tu tişt jî nekiriye. Her wiha cenazeyên 7 girtiyan jî bi awayekî dermirovahiyî hatin veşartin. Dewletê mafê veşartinê û mafê şîngirtinê xesp kir." 
 
'Em mafê jiyanê esas digirin'
 
Gulîstan diyar kir ku divê ew ji bo dengê xwe ragihînin li hin rê û rêbazan bigerin û wiha berdewam kir: "Em mecbûr in dengê xwe ragihînin kesên ker û em mecbûr in rastiyê nîşanî kesên kor bidin. Ev yek jî bi têkoşîna hemû derdorên civakê, bi têkoşîneke demokratîk, aştiyane û rewa li li kuçe û kolanan pêkan e. Em careke din dest nîşan dikin ku tişta em esas digirin mafê jiyanê ye." 
 
'Polîtîkaya AKP û Israîlê wekî hev e' 
 
Her wiha gulîstan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li Filîstînê jî û got: "Niha li Filîstînê jî nêzî 400 heb girtî li dijî şert û mercên girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. A rast çalakiyên li wir jî li dijî astengkirina mafê hevdîtinê, mafê pêwendiyê ne. Di vir de polîtîkaya hikûmeta AKP û hikûmeta Îsraîlê dişibin hevdu." 
 
Gulîstan, bal kişand ser hilbijartina herêmî jî û destnîşan kir ku helwesta hikûmetê helwesteke antîdemokratîk e û niha saziyên dewletê veguherîne partiyan. Gulîstan, ji bo stratejiya HDP'ê ya di hilbijartina 31'ê Adarê de jî got, stratejiya HDP'ê îmzeya xwe daniye bin serketineke muazem û li rojavayê Tirkiyeyê bi tifaqa AKP-MHP'ê daye windakirin û li Kurdistanê jî piraniya şaredariyan bi dest xistiye. 
 
Her wiha Gulîstanê, ji bo helwesta YSK'ê ya di vê hilbijartinê de jî diyar kir ku YSK'ê qesda hebûna xwe kiriye û got: "Em nikarin behsa hebûna YSK'ê bikin." 
 
Kesên piştevaniya DAÎŞ'ê kirin têk çûn
 
Gulîstan, bal kişan ser têkçûna DAÎŞ'ê jî û got: "Di warê têkçûna DAÎŞ'ê de em kesên tev geriyan û bi legehngî têkoşiyan silav ddikin. Têkoşîna yekbûyî ya gelan DAÎŞ'ê ku dixwest Rojhilata Navîn veguherîne tarîtiya sredema navîn, têk biriye. Di şexsê DAÎŞ'ê de kesên destek didan DAÎŞ'ê jî têk çûne." 
 
'Dê 1'ê Gulanê bibe roja têkoşînê' 
 
Gulîstanê, ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê jî bang li her kesî kir û got: "Em hêvîdar in ku 1'ê Gulana îsal hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî krîza aborî ya ku tê xwestin li karker û kedkaran bê barkirin bibe cihê bilindkirina têkoşînê."