Hevşaredar Devrim Demir: Em qeyûman nas nakin
- 10:38 5 Mijdar 2024
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
MÊRDÎN - Hevşaredar Devrîm Demîr, der barê qeyûmên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de nirxandinan kir, diyar kir ku ew qeyûman nas nakin û wiha got: “Ne em ne jî gelê me vê talanê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê parastina xwe bikin. Em ti carî van polîtîkayan qebûl nakin."
Wezareta Karên Hundir duh danê sibehê qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de kir. Li dijî desteserkirina îradeya gel ji aliyê qeyûman ve, li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybet li sê bajaran gel daketin qadan û çalakî li dar xistin. Li gel çalakiyên di nava rojê de hatin lidarxistin, heta sibehê nobet hatin girtin.
Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr derbarê qeyûmê tayînî şaredariyan hatin kirin de nirxandin kir.
'Gef li me doxwarin'
Devrîm Demîr ewil diyar kir ku walîtiyê car caran ji wan re mesajên tehdîdkirinê dişandin, lewma ji ber tayînkirina qeyûm matmayî nemane û wiha got: “Ji destpêka ku DEM Partiyê şaredarî bi dest xistin de xeteriya ku wê qeyûm tayîn bikin hebû. Partiya DEM'ê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi xeteriyeke wiha re rû bi rû bû. Dem bi dem gefên weke 'Em li wir in, em tên, ji wer re nemîne' li me dixwarin. Ev gerf raste rast ji aliyê Walyê bajêr ve dihatin. Bê guman, ew ne surprîzek mezin bû, lê îhtîmala vê yekê ji bo cara sêyemîn ne tiştekî ku em di demek nêzîk de li bendê bin. Ji ber ku ev şaredarî du serdeman ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin û bi temamî hatin valakirin. Piştî hilbijartinên 31'ê Adarê dema me dest bi wezîfeyê kir, me talana qeyûman a li hemû şaredariyên me derxist holê. Me van bi çapemeniyê re parve kir û li şaredariyên xwe daliqandin. Hemû gel û cîhanê ev yek dît. Hilweşîna ku di 8 salan de ji aliyê qeyûman ve hat kirin, derket holê."
'Me dizanibû ku ev pêvajo ne samîmî ye'
Piştre hevşaredar Devrîm Demîr anî ziman ku gotina Devlet Bahçelî ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, "Bila were li Meclîsê biaxive" li Meclîsê ji aliyê gelek aliyan ve weke "pêvajoya asayîbûnê" hat nirxandin. Devrîm Demîr da xuyakirin ku normalbûn tune ye û got, "Di demeke ku naveroka demokrasiyê hatiye valakirin de hewl didin siyaseta herêmî bikin. Ev qaşo sîyaseta AKP-MHP'ê ya normalbûnê ye. Haya me jê hebû ku di tişta dibêjin de ne samîmî ne, lê ev rastiya desthilatdariyek e ku bi lez rojevê berovajî dike û cara sêyemîn êrîşî vîna gel dike ye."
'Em vê talanê qebûl nakin'
Devrîm Demîr diyar kir ku gel bi îradeyeke xurt Şaredariya Mêrdînê ya ku beriya niha 2 caran qeyûm tayînî wê hatiye kirin xwedî derketiye. Devrîm Demîr diyar kir ku dê welatî careke din vîna xwe biparêzin û got, "Çawa ku gelê me di du serdemên borî de van polîtîkayan qebûl nekir, her carê vîna xwe parast û di hilbijartinan de careke din rêveberên xwe hilbijart, ew ê vê carê jî bike. Ne em û ne jî gelê me em ê vê talanê qebûl nekin. Em ê heta dawiyê parastina xwe bikin. Em tu carî van polîtîkayan qebûl nakin. Em qeyûman nas nakin û dê têkoşîna me bidome."