Welatiyên Êlihê bi şevê jî kolan neterikandin

  • 10:29 5 Mijdar 2024
  • Rojane
ÊLIH - Welatiyên ku bertek nîşanî tayinkirina qeyûman dan, tevahiya şevê ji bo daxwaza îradeya xwe serî hildan.
 
Tevî qeyûm tayînî şaredariyên Xelfetî yên Êlih, Mêrdîn û Rihayê hatin kirin jî, li Êlihê tevahiya şevê ciwan daketin qadan. Ciwanên ku li Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Cûdî û Taxa Petrolê rê girtin, bi polîsan re pev çinîn. Ciwanên rê girtin, agir pêxistin û bi polîsên hatin vir re pevçûn derket. Dema polîsan bi gaza îsotê, TOMA û guleyên plastîk êrîşî gel kir, ciwanan rê girtin, agir pêxistin û bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.