Li Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
- 10:30 5 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Xelfetiyê berxwedana welatiyan didome, li bajêr gelek kes hatin binçavkirin.
Tayînkirina qeyûman li şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ku duh li gelek bajaran dest pê kir bi berxwedana xwe hate protestokirin.
Piştî çalakiyan danê sibê li bajêr bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtinê de gelek kes hatin binçavkirin.
Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: "Adîle Fîdan, Muhammet Algaç, Berîvan Kocaoglû, Gûrkan Goktaş, Yusuf Yeşîltepe, Musa Yalçinkaya, Elîf Yalçin û Seve Yalçinkaya."