Li Amedê polîsan ciwanek kuşt
- 15:13 14 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Li Amedê, polîsan ciwanekî ku li parkê rûniştibû kuştin.
Li nêzî Sumerpark a Yenîşehîra Amedê, saet li dora 4'an polîsan ciwanê bi navê Recep Hantaş bi çekê kuşt. Tê gotin ku wexta Hantaş û ciwanekî ku navê wî nehat hînbûn li parkê rûniştibûn polîsan bi çekê bera serê Recep Hantaş daye. Recep Hantaş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Cenazeyê Recep Hantaş, îro danê nîvro Goristna Yenîkoyê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.
Polîsan, nehişt ji xeynî malbatê kes têkeve goristanê û têketin û derketina goristanê girtin. Hat hînbûn wê taziyey Recep Hantaş li Mala Şînê ya Ehmedê Xanî be.
Her wiha hat ragihandin ku ciwanên li cem Receo Hantaş ku navê wî nehat hînbûn jî hatiye binçavkirin. Nehat hînbûn ciwanê hatiye binçavkirin birine kuderê. Tê gotin ku polîsan ji malbata Recep Hantaş re gotiye kesê li cem Recep bûye "navê wî di lîsteya terorê de ye".
Recep Hantaş, di sala 1999'an de li Licê hatiye dinê.