Koma duyem çalakî dewr girt
- 14:51 14 Nîsan 2019
- Rojane
WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin didome. Koma duyem çalakî dewr girt.
Li Wanê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan a Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkirin didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku 3 roj berê dest pê kiribû, piştî koma ewil niha ji aliyê koma duyem ve dewr hat girtin. Beriya koma duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr bigire daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê hat dayîn. Ji koma ewil Edîbe Babûr li ser navê komê axivî û got, wan çalakiya xwe dewrî koma duyem kiriye.
'Tecrîd sûc e'
Piştre li ser navê koma duyem ku ji 10 kesan pêk tê Ferdî Sertkal axivî. Sertkal, bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, a girtiyan û ya li Ewropayê di asta krîtîk de ye. Ferdî, diyar kir ku di warê wijdanî de nikaribûne bêdeng bimînin û loma ketine greva birçîbûnê û got: "Tecrîd, sûc e. Li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Ev tecrîd tenê ne li Îmraliyê li ser hemû gelên cîhanê û gelên bindest pêk tê. Em ê li hember vê tecrîdê bêdeng nemînin."
'Em naxwazin mirov jiyana xwe ji dest bidin'
Ferdî, bilêv kir ku niha nêzî 7 hezar mirov di greva birçîbûnê de ne û heta niha ji bo dengê xwe ragihînin raya giştî ya cîhanê 8 kesan dawî li jiyana xwe aniye. Ferîdî wiha berdewam kir: "Em naxwazin êdî mirov jiyana xwe ji dest bidin, em naxwazin tabût ji girtîgehan derkevin. Li ser vî esasî em çalakiya greva birçîbûnê ji koma duyem dewr digirin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Daxwaza Leyla Guven daxwaza gelê kurd û gelên bindest e. Bijî Berxwedana Leylayê."