Turnûvaya futbolê ya jinên ciwan berdewam dike

  • 11:26 14 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞEHBA- Piştî ku Komîteya Werzîşê ya Efrînê turnûvaya futbolê li Kantoya Şehbayê da destpêkirin her roja înê komên nûh bi hevrîkên xwe re tên pêşberî hev.
 
Komîteya Werzîşê ya Kantona Efrînê cara yekem di 4'ê Nîsanê de bi minasebeta Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Turnûvaya Futbolê ya  jinên ciwan a bi navê 'Aveste Xabûr' ku ji du koman pêk tê  li Kantona Şehbayê dabû destpêkirin. Di çarçoveya turnûvayê de her roja înê komên cuda bi hevrîkên xwe re tên gel hev û futbolê dilîzin.
 
Du komên ku ev du hefte ne hefte ne hatin gel hev ya 1'emîn ji 5 tîmên bi navê;  Avesta, Dengê Efrîn, Berxwedan, Şêrewa û Agirî pêk tê. Koma duyem jî ji 4 tîmê bi navê Şêrewa Efrîn, Efrîn, Armanc û Diyar pêk tê. Ji bo xwendekar ji dibistanên xwe nemînin hatibû diyarkirin ku wê ev  dewre her roja în û şemiyê were lîstin.
 
Komên roja înê bi ser ketin û têk çûn
 
Hefteya borî 6 tîm bûn hevrîkên hev û bi hev re ketin pêşbaziyê. Di encama vê pêşbaziyê de Tîma Aveste li dijî tîma Berxwedan 3-0  bi serket, tîma Şêrewa û tîma Efrîn ku jî ku ketin hevrîkiyê wek hev hatin û maç 0-0 bi ecam bû. Tîma Armanc jî ku bi tîma  Diyar re ket hevrîkiyê  0-2  têk çû, tîma Diyar bi serket. Tîma Şêrewa Efrîn bi tîma Dengê Efrîn re hat pêşberî hev û bi encama 0-0 wekhev hatin.  Tîma Berxwedan li dijî tîma Agirî 0-3 têk çû.  Tîma Şêrewa jî li dijî tîma Armanc bi encama 3-0 bi ser ket.
 
Encamên Komên roja şemiyê 
 
Duh jî  tîma Avesta û tîma Dengê Efrîn bûn hevrîkên hev û di encmaê de  1-1 wekhev hatin.  Tîma Şêrewa Efrîn jî bi  tîma Berxwedan re hat pêşberî hev û di encam de 1-0 tîma berxwedan bi serket.  Her wiha tîma Agirî jî bi tîma Agirî jî bi tîma  Avesta re hat pêşberî hev û di encamê de  2-0  tîma Agirî bi serket.  Ya herî dawiyê jî tîma Efrîn û tîma Diyar hatin pêşberî hev û bi encama 0-1 tîma Efrîn bi serket.
 
Weke tê zanîn ev dewre her roja în û şemiyê li Qada futbolê ya Gundê Babinês ya Şehba dê bê lîstin.