Li Qamişlo ji bo Leyla Guven û rêhevalên wê meş hat lidarxistin

  • 10:35 14 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO– Kongreya Star a bajarê Qamişloyê bi armanca piştgiriyê bide berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê yên zindanan meşek li dar xistin.
 
Piştî ku rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku armanca wan tecirîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bişkînin ketine greva birçîbûnê, pir xeter bû ye, bi armanca piştevaniyê di pêşengiya Kongreya Star a bajarê Qamişloyê de meşeke bi dirûşma "Tecirîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hat li dar xistin. Sazî û dezgehên Rêveberiya xweseriya Demokeratîk, komîn, meclîs, her wiha bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê tevlî meşê bûn.
 
Meş ji qada 4’ê Nîsanê hat destpêkirin û di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan û Leyla Guven, alên kongreya Star û pankertên bi nivîsên: "Bijî berxwedana zindanan"," Jin jiyana azadî", "Bê serok jiyan nabe" hatin hiligirtin. Meş li qada Zeyîtûniyê veguherî Mîtingê. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pekrewanên azadiyê, Endama Rêveberiya Kongreya Star Xaliya necar axivî, Xaliya berxwedana Leyla Guven Silva kir û got: "Dê çalakî ji bo piştevaniya çalkakvanên greva birçîbûnê bidomin heta ku Rêber Apo azad bibe."
 
Meşa ku veguherî mîtîngê  bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan","Bijî berxwedana Leyla Guven", bi dawî bû.