29 kesên din ku hatin rizgarkirin anîn Şengalê

  • 09:17 14 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞENGAL- Duh 29 jin û zarokên ku ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin radestî TAJÊ hatin kirin. Ev jin û zarokê wê îro bi merasîmekê radestî malbatên xwe bên kirin. 
 
Hêzên Suriya Demokratîk QSD bi civînekê çapameniyê 29 kes radestî Tevgera Jinên Êzidî  (TAJE)  û Meclîsa Xwaseriya demokratîk a Şengalê kirin. Jin û zarokên  ku hatin rizgarkirin bi kefxweşîyeke mezin gihiştin ser axa xwe Şengalê û ji aliyê   ji ali gelê Şengalê  malbatan û meclisên saziyan ve hatin pêşwazîkirin.
 
Jin û zarokên ku hatin rigarkirin wê îro bi merasîmekê radestî malbatên xwe bên kirin. 
 
Malbatan kefxweşiya xwe anîn ziman û ji malbatên kesên hatin rigarkirin Şirin Heyder ku xwuşka wê rizgar kirin wuha dibêje: ‘Îro ez gelek kefxweş im. Hevîdar im ku hemû dîlên  hatine rizgarkirin zûtir radestî malbata xwe bên kirin.