Xizmên girtiyan: Bila zêde dereng nemînin

  • 09:09 14 Nîsan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR- Xizmên girtiyan diyar kirin ku divê her kes li dijî grevên birçîbûnê bi awayekî xurt dengê xwe bilind bike û bêyî dereng bimînin  divê gav bê avêtin.
 
ÎHD’a Îzmîrê, di îna borî de nobeta ‘deng bide jiyanê’ pêk anî. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û komele tevlî bûn.. Xizmên girtiyên Xezal Yaşar û Sultan Yagmekan jî diyar kirin ku bêyî dereng bimînin  divê her kes bikeve tevgerê.
 
‘Bila zarokên me nemirin’
 
Ozkan Yaşar li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 3 a Şakranê ji 1’ê Adarê de di grevê de ye. Dayika wî Xezal Yaşar diyar kir ku divê deng zêdetir bê derxistin û got: “Li dijî tecrîdê hem Tirkiye û hem jî rayagiştî ya navneteweyî bêdeng e. Bila tecrîd rabe zarokên me nemirin. Em êşa zarokên xwe nejîn. Ewropa zextê li wezareta dadê bike wê rewş cuda be. Ji bo ku zarkên me nemirin em bêdeng namînin û çi ji destê me bê em ê bikin. Bila zarokên me nemirin. Divê bersivê bidin daxwazên Gelê Kurd. Ne roja me ne şeva me maye.Erdogan dibêje ez serok im, dibêje ez misliman im.' mislimantî eve gelo.  Em naxwazin ne leşker û ne jî gerîla bimrin."
 
Firat Yagmekan jî li girtîgeha Hejmar F-2 a Kiriklarê dimîne. Dayika wî Sultan Yagmekan jî da zanîn ku êdî destur neyê dayîn ku zêde kes bimrin û got Firat nexweşê hepatît B ye û di greva birçîbûnê de ye. Sultanê daxuyakirin ku divê tecrîd rabe, daxwazên girtiyan bên cih û her kes dengê xwe bilind bike.