Li girtîgeha Şirnexê ji Çile heta niha girtiyên di grevê de 15 kîlo dane

  • 09:04 14 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX- Hatîce Beytur diyar kir ku kurê wê Osman Beytur ê li girtîgha Tîpa T ya Şirnexê girtiye ji 16’ê Çileyê de di greva birçîbûnê de ye û wiha berdewam kir: “Rewşa tenduristiya hemûyan xerabe. Lê moralê wan gelek baş e. Bila deng bidin dengê wan.”
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê jî bi giştî 20 girtî di grevê de ne û rewşa wan her ku diçe xera dibe. Hat diyarkirin ku girtiyên ji meha çileyê de di grevê de gelek kîlo dane û dermankirinê qebûl nakin.
 
Hatîce Beytur da zanîn ku rewşa kurê wê Osman Beytur yê cezayê muebetê girtiye ev 88 roj e di grevê de ye her ku diçe xira dibe û wiha got: “Kurê min di vê pêvajoyê de 15 kîlo dane. Ez roja pêncşemê çûm hevdîtinê. Girtî her diçin dihelin. Em diçin hevdîtinan, em wan dibînin û tên malên xwe. Bila tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe. Bila girtiyên zindanan jî çalakiya fedayî pêk neynin. Bila dewlet û rêxistinên mafên mirovan girtiyan bibînin. Em vê dixwazin. Ev grev wê mirinê bîne. Divê demildest dawî lê bê anîn.
 
‘Kontrolên tenduristiyê qebûl nakin’
 
Hatîceyê bi lêv kir ku rewşa girtiyan roj bi roj xera dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hem rewşa tenduristiya wan û hem jî rewşa fîzîkî ya girtiyan roj bi roj xera dibe. Lê moralê wan baş e. Ew bixwe moral didin me. Dermankirinê jî qebûl nakin. Ev rewşa wan jî kesî nake tevgerê. Girtî di dema jimartinê de derb kirine. Gelek zext li ser wan hene. Hemû alavên wan ji destê wan tên girtin.”
 
Di 5’ê Adarê de girtiyê jin yên tevlî çalakiyê bûn: Fatma Çetînkaya, Zeynep Mete û Rojda Topçu.
 
*Girtiyên ji 16’ê Çile heta niha di grevêde ne: Hakan Kutluk, Agît Bîlîk û Osman Beytur.
 
*Girtiyên di 31’ê Çile de tevlî grevê bûn: Onder Poyraz, Salîh Kutluk û Hakan Petekkaya.
 
*Girtiyên ji 1’ê Adarê de tevlî grevê bûne: A.Kerîm Sevînç, Îzzettîn Ormanli, Mesut Olmez, Abubekîr Nenk, Musa Kulter, Halîl Kabak, Bahattîn Alkiş, Yilmaz Ugur, Mahsun Guçlu, Serhat Sevîşoglu û Mehmet Alî Bayir.