Barana zêde bandorek neyînî li ser zeviyên Qamişloyê kir
- 09:02 14 Nîsan 2019
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO – Endama Rêveberiya Çandiniyê ya Bajarê Qamişloyê Nalîn Îsa bandora barana zêde ya îsal a li ser çandiniyê nirxand û got: "Barana îsal gelek bandor li ser çandiniyê kir. Ji bo ku zerareke zêde negihîjîne çandiniyê me dest bi belavkirina dermanan a ji bo çandiniyê kir."
Endama Rêveberiya Çandiniya Bajarê Qamişloyê Nalîn Îsa li ser baran û zirara ku di sala 2019’an de gihaştiye çandiniyê û zûhabûna 2018’an û wiha got: “Îsal li gorî par gelek baran barî, par jî gelek zevî zuha bûn. Îsal jî ji ber barana zêde gelek zeviyan zirar dîtin. Ji bo ku ev ziara kêm bibe em hewl didin.”
'Biryara çêkirina bîran hat girtin da ku cotkar di demsalên zuha de erdê xwe av bidin'
Nalînê wiha dest bi axaftina xwe kir: "Me bîrên ku li herêma Cizîrê hene jimartin û me biryara kolandina bîran girt da ku cotkar dema erd zuha be bikaribin bi riya bîran av bidin. Cotkar ji bo zehmetiyan nekişînin ji aliyê çandiniyê ve, em gelekî bûn alîkar."
'Ji bo ku nexweşî negihêje çandiniyê em tedbîran digirin'
Nalînê di berdwamiya axavtina xwe de bal kişand ser barana zêde û wiha pê de çû: "Par baran zêde nebarî, îsal jî baran gelekî barî. Barana zêde jî zirarê digîhîne çandiniyê. Hububatên zêde ku zirar digîhê genim, ceh û fûl in. Beşê me yê parastinê dest bi hemleya belavkirin û dermanên çandiniyê kirine. Ji bo ku nexweşî negihêje çandiniyê em tedbîran digirin."
Nalînê di dawiya axavtina xwe de da zanîn ku wê di pêşerojê de tedbîran hîn zêde bigirin û wiha got: "Ji bo salên pêşiya me amadekarî û tedbirên me dê ji bo çandiniyê zêdetir hebin. Çandinî ji bo civakê gelek girîng e. Loma divê em piştgiriyek baş bidin da ku fêda me li civakê bê. Ji bo civak nanekî bi rehet bixwe piştgiriya ji bo çandiyê girîng e. Her wiha ji bo em mecbûrî derve nemîne jî hilberîna di warê çandiniyê de girîng e."