'Em li pişta jinên li dijî desthilatdariyê ne'

  • 09:01 14 Nîsan 2019
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO – Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd diyar kir ku şoreşa ku li Sûdanê di pêşengtiya jinan dest pê dike, tê wateya bilindkirina dengê doza mafê jinan a li himberî desthilatdariyê.
 
Wek çawa gelek dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê di salên dawî de li dijî pergala desthilatdar û dîktatoran derketin, gelê Sûdanê jî ji destpêka Kanûna 2018'an li dijî rewşa aborî û bihabûna pêdiviyên jiyanê rabûn serhildanê. Rêxistina Kongreya Star tevgera jin a li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi daxuyeniyekê piştgiriya xwe ji serhildana jinên Sûdanê nîşan da û diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya jinê û mafê wê her roj berfirehtir dibe. 
 
Têkîldarî mijarê Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Evîn Siwêd ji ajansa me re axivî. Evîn Siwêd diyar kir ku şoreşa ku dest pê dike di tevahî cîhanê de tê wateya ku jin nema ji bo desthilatdariyê bêdeng dimîne û wiha got: " Li seranserî cîhanê şoreş wekî pêlekê dest pê kiriye. Îro jî em şoreşa Sûdanê weke mînakekê didin. Êdî jin dadikevin qadan dengê xwe bilind dikin, ji bo jiyaneke azad û wekheviyê. Tiştê herî balkêş  jin hebûna xwe êdî diyar dike."
 
'Jinê Sûdanê dengê xwe ji bo aştiyê bilind dikin' 
 
Evîn wiha dest bi axaftina xwe kir: "Rastiyek heye ku çiqasî civak were çewisandin û rastî zilm û zordariyê were, ewqas li guhertinê digere. Bi taybet jina têkoşer xwedî li vê yekê derdikeve û helbet doza xwe bi îradeya xwe bi ser dixe. Her wiha da ku aştiyê li cîhanê belav bike têdikoşe."  
 
'Bi pêşengiya jinan Şoreşa Rojava pêk hat'
 
Evînê bal kişand ser şoreşa jinê ya Rojava û wiha pê de çû: "Em jî wek tevgera Kongreya Star tecrûbeyên wiha jiyan. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa serkêşiya jinê dest pê kir,  li kolan û hemû qadan deng û rengê xwe da diyarkirin. Di nava şoreşa Sûdanê de jî rêbaz wekhev hatiye bikaranîn ji aliyê jinan ve."
 
'Herdem em ê pê doza jinê bin'
 
Evînê bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Em wek Kongreya Star li ku derê û kîjan welatî bin em ê her dem dengê xwe li hember desthilatdariyê bilind bikin û li doza mafê jinê bigerin. Em ê her dem destê xwe bidin tevahî jinan  da ku em bigihêjin azadiya tevahî jinan. Em li pişta jinên li dijî desthilatdariyê ne."