Xizmên Windayan: Bila kiryar bên dîtin

  • 15:34 13 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED /ELIH - Xizmên Windayan ên li Amed û Êlihê, di çalakiyên xwe yên vê heftê de, Mehmet Mûngan ê di 18’ê Gulan 1998’an li Sîlopî û nivîskarê Ermenî Grigor Zohrab ê di 20’ê Gulan 1915’an de li Riha hatin windakrin bibîr anîn û xwest kiryarên xwe bibînin.    
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 531’emîn de çalakiya xwe li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên windayan pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” û wêneyên windayan vekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) a Amedê Mehmet Sayin, rêveber û endamên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn.  
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Hasan Yalçin, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku edalet bi heqîqetê tê avakirin. Yalçin, diyar kir ku li ser vê axê gelek êşên mezin hatin jiyîn û wiha got: “Di 24’ê Nîsana 1915’an de komkujî li dijî gelê Ermenî yê herî qedêm ê li ser vê erdnîgeriyê pêk anîn. Hûnermend û siyasetmedarên li Stenbolê dihat naskirin, di şevekê de, dibin çavan û li ser rêyên sîrgûnê hatin winda kirin. Em ji dewlet û desthilatdariya siyasî dixwazin ku kiryarên xwe bibînin û heqîqetê danin holê.”
  
Hasan, bal kişan ser grevên birçûbûnê jî û wiha bi lêv kir: “Ev 100 rojin li girtîgehan grevên birçûbûnê dewam dikin. Em weke parazvanên mafên mirovan çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê meşrû û qanûnî dibînin. Em bang li Wezareta Dadê û desthilatdariya siyasî dikin ku erka xwe bi cih bînin.” 
  
Hasan, dûre çîroka nivîskarê Ermenî Grigor Zohrab ê di 20’ê Gulan 1915’an de li Riha hatin windakirin xwend û wiha got: “Zohrab piştî perwerdeya xwe ya zanîngehê  bi dawî kir di warê hiqûqî de, di qada navneteweyî de hatibû naskirin. Di temenekê biçûk de, di çapemeniya Ermenî ya Stenbolê de dest bi nivîsê kiribû. Di Meclîs-î Mebûsan de 7 salan Parlamenteriya Stenbolê kir. Zohrab di 20’ê Gulana 1915’an de, bi parlementerê Erzirûmê re tê girtin û bi hinceta dê li Dîvan-i Harp bên darizandin, ber bi Amedê ve tên bi rê kirin.  Zohrab Grîgor û Varteks Serengulyan nêzî Karakopru ya Rihayê ji aliyê yekîneyên Memet û Halîl Çerkes tên rawestandin û bi îşkenceyê tên kurştin.” 
 
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 437'yan de li avahiya ÎHD'ê li dar xistin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. 
 
Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mahfûz Akgûn, di çalakiyê de axivî û aqûbet Mehmet Mûngan ê di 18’ê Gulan 1998’an li Goma Ceylan a gundê Yenîkoy a navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat windakirin pirsî. Akgûn, da zanîn ku Mûngoan ajokarê TIR’ê bû û wiha got: “Mûngan di 18’ê Gulanê de ji bo bar bibe Irakê tê Sîlopî. Li vê derê diçe mala xalê xwe û dema ji mala xalê xwe derdikeve êdî carek din agahî jê nayê girtin. Li gel hemû hewldanên malbatê jî tu agahî ji Mûngan nayê girtin. Çi dibe bila bibe emê dest ji pirsîna aqûbetên windakiriyên xwe bernedin.” 
 
Piştî axaftina Akgûn, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.