Di roja 5'emîn de jî destûr nedan çalakiya malbatan

  • 15:33 13 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, li ber Girtîgeha Gebzeyê dan destpêkirin di roja 5’emîn de ye. Polîsan destûr di roja 5’emîn de jî destûr neda çalakiya malbatan. 
 
Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne “Çalakiya Nobetê” ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dan destpêkirin di roja 5’emîn de didomînin. Malbat li cihek nêzî girtîgehê li hev kom bûn û xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin. Polîsan malbatan asteng kir. Polîsan hêceta biryara walîtiyê ya qedexekirina çalakiyê nîşanî malbatan da û eşkere kirin ku wê destûrê nedin çalakiyê. 
 
Malbatan guh neda hişyariya mudaxeleyê ya polîsan. Polîsan bi darê zorê malbatan ji girtîgehê dûr kirin. Li ser vê yekê di navbera malbat û polîsan de demek kin rageşî qewimî. Pişt re polîsan hemû rêyên diçin girtîgehê girt. Malbat jî li nêzî girtîgehê bendemayîna xwe didomînin.