Platforma Jinan a Îskenderûnê: Em ji bo Rabîayê edaletê dixwazin

  • 14:29 13 Nîsan 2019
  • Rojane
HATAY - Platforma Jinan a Îskenderûnê, ji bo zaroka 11 salî Rabîa Naz Vatan edalet xwest û got, divê lêpirsînek bi bandor bê bi rêve birin. 
 
Platforma Jinan a  Îskenderûnê, xwest ku sedama mirina Rabîa Naz Vatan a 11 salî ya bi awayekê bi guman li navçeya Eynesîl a Giresûnê jiyana xwe ji dest da, bê ronîkirin. Berdevka Platformê Mûhsîne Taşan, di daxuyaniya li ber Mizgefta Ûlû hat lidarxistin de axivî û got: “Di rapora Saziya Tîpa Edlî (ATK) ya Vatan de hat gotin ku “travmaya bedenî” derbas kiriye.” 
  
Mûhsîne diyar kir ku wesayîta biraziyê serokê şaredariyê yê AKP’ê li Rabîa qelipiye û di rewşeke gumanbar de ye. Muhsînê da zanîn hewl didin li ser bûyerê bigirin û wiha bilêv kir: “Em ji bo Rabîa edaletê dixwazin. Em dixwazin lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin. Edalet dê bê me bêdeng nemîne.”