2'yemîn Konferansa Aştî ya Rojhilata Navîn dest pê kir
- 13:49 13 Nîsan 2019
- Rojane
ENQERE - 2'yemîn Konferansa Aştî ya Rojhilata Navîn a bi ji hêla KESK'ê ve hat organîzekirin dest pê kir.
Ji hêla Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Cemaverî (KESK) ve 2'yemîn Konferansa Aştî ya Rojhilata Navîn îro destpê kir û dê du rojan bidome. Konferans bi dirûşma "Em Aştiyê bi rêxistin dikin" li Navenda Çanda Tarik Akan a Stenbolê pêk tê. Konferansa 1'emîn bi heman dirûşmê di 8'ê Sibatê -1'ê Adarê sala 2015'an de pêk hatibû. Konferan dê 2 rojan bidome. Konferan dê 5 beşan pêk bê. Di konferansê de mijarên wekî, dîrok û guhertina hevsengiyan a li Rojhilata Navîn, pirsgirêk û aştiya Fîlîstînê û her wiha pirsgirêka Kurd, Di şerê Rojhilata Navîn de jin û aştî û herî dawiyê jî li Rojhilata Navîn koçberî, betalî û penaberî dê bên nîqaşkirin.