Malbatên ku dixwestin biçin ber girtîgehê hatin astengkirin

  • 13:30 13 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Malbatên girtiyan xwestin li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî bidin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. 
 
Greva birçîbûnê yên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên siyasî dest pê kir, didomin. Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Girtiyan (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê, xwestin biçin ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û daxuyanî bidin lê hatin astengkirin. Malbatan li ger astengiya polîsan berê xwe dan avahiya HDP'a bajêr. Her wiha parlamenterên HDP'ê û hevserokên HDP'ê jî dixwestin biçin li ber girtîgehê hatin astengkirin û avahiya HDP'ê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Malbatên ku li gel astengiyan gihiştin avahiya HDP'ê li vir rawestiyan. 
 
Di çalakiyê dê dirûşmên wekî “Bijî berxwedana zindanan”, “Bi berxwedanê em ê qezenç bikin" û “Bijî berxwedana Leyla” berz kirin.