Şahida salên 1996 û 2000’î: Şehadetên tên jiyîn banga pêngavê ye
- 09:17 13 Nîsan 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
STENBOL - Muruvvet Kuçuk a şahida pêvajoyên girtîgehan a salên 1996 û 2000’î ye wiha got: "Em di pêvajoyên dişibin hev de derbas bûn, me heman hest jiyan. Şehadetên niha tên jiyîn qêrînên cidî ne. Ji bo şikandina bêdengiya li derve bangeke. Divê em bibin dengê qêrîna li girtîgehan bilind dibe."
Piştî berxwedana rojiya mirinê ya girseyî ya li Girtîgeha Amedê pêk hat şûnde li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê pêk hatin. Li girtîgehên ku mudaxaleyên cidî yên dewletê pêk hatin, di heman demê de bû navendên ku berxwedanên mezin lê hatine jiyîn.
Muruvvet Kuçuk a şahidiya êrîşên li girtîgehan û berxwedanên li hemberî wan pêş ketin kir, grevên birçîbûnê nirxand.
Muruvvetê bi lêv kir ku grevên birçîbûnê teşeyek cidî ya berxwedanê ye û wiha got: “Mirov helîna hucreyên xwe hîs dikin. Hucreyên dihelin piştî demekê ji hev qut dibin. Bedena mirovan tirsa mirinê belav dike lê ji bilî vê ger mirov bizanin ku di nokteya rewa û mafdar de ne, mirov cîhan û îdealek cuda temsîl dikin. Ez ewil di 20 saliya xwe de ketim girtîgehê. Serê salên 1990’î bû. Pêvajoya piştî cuntaya 1980’ê bû. Şoreşgeran li girtîgehan bi berxwedana xwe statu qezenc kiribû. Ez di 1994’an de hatim girtin û ez birim girtîgeha Bucayê. Wê demê 10 salan di girtîgehê de mam. Greva me ya birçîbûnê ya ewil di dawiya 1994’an de li girtîgeha Bucayê li dijî xespkirina maf û ferzkirinan hat destpêkirin.”
‘Hestê ‘bila ew nebûna ez bûma’!
Muruvvetê destnîşan kir ku zextên bi awayekî sîstematîk dihatin jiyîn, hîmê Giştînameyên Gulanê ya dihat fikirîn bê derxistin ava kir û giştîname dihat wateya xespkirina mafên bi bedelên mezin hatine bidestxistin. Muruvvetê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoya 1996’an de grevên birçîbûnê yên bêdem û dorneveger hatin destpêkirin û dema hevalên jiyana xwe ji dest dan, me hestê ‘bila ew nebûna ez bûma’ dijiya. Hestê herî xurt a di hişê min de ma ev bû. Piştî wê pêvajoyê şûnde Buca vala kirin û em birin Burdurê. Piştre pêvajoya 19’ê Kanûnê hat jiyîn. Me dizanibû wê operasyonek wisa pêk bê. Me salek beriya vê nîqaşên xwe temam kirin û me di mijara rojiya mirinê de biryara xwe da. Pêvajoya avakirina ekîban jî gelek zehmet bû, ji ber her kesî dixwest tê de cih bigire. Ez di êrîşa 19’ê Kanûnê de li Girtîgeha Uşakê bûm. Di carekê de bi çekên lûledirêj ketin hundir. Me xwest em ji bo hevalên di greva rojiya mirinê de barîkatê ava bikin. Lê bi şîdeta fîzîkî ya mezin em di hewadankê de dan sekinandin. Em birin hucreyên tecrîdê.”
‘Dewlet xwe bi tecrîdê dibe astek derveyê qanûnî’
Murevveyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Di şûndeketina tevgera şoreşger de operasyona 19’ê Kanûnê xwedî rolek mezin bû. Îro heman pratîk di şexsê tevgera azadiya Kurd de wek parçeyek konsepta şer tê pêkanîn. Bi tecrîda giran a li ser Ocalan, dewlet xwe dibe asteke derveyê qanûnî. Berxwedana îro jî li dijî xespkirina mafên heyî yên mirovahî ne. Aliyê vê yê polîtîk jî heye. Ev jî teşeyê li dijî êrîşên li hemberî Kurdan, serî rakirine.”
‘Tecrîd parçeyek konsepta şer e’
Muruvvetê destnîşan kir ku ew pêvajoya 96’an wek ‘li hundir li derve hucreyan parçe bikin’ didin nasîn û wiha pê de çû: “Li girtîgehan girtî bi tena serê xwe ne kes in. Ew parçe û sembolek girîng a hemûyî ye. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan wek tecrîda li ser gelê Kurd bê dîtin. Tecrîd parçeyek konsepta şer e. Berxwedan jî di vî alî de li cihekî polîtîk disekine.”
‘Em heman hestî jiyîn’
Muruvvetê di berdewamiyê de daxuyakirin ku çalakiyên greva birçîbûnê ya Leyla Guven daye destpêkirin ji bo min pir travmatîk e û kesên berê wek min di girtîgehê de mane jî wek min bi bandor bûne û wan jî heman hest jiyaye.
Muruvvetê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê û bang kir ku divê her kes qêrîna li girtîgehan mezin bike.