Piştî 35 salan Şengal dîtin

  • 09:04 13 Nîsan 2019
  • Rojane
Nesrîn Hesin - Viyan Saîd
 
ŞENGAL - 5 jinên li Ewropayê piştî 35 salan berê xwe dan Şengalê û xwestin ku civaka Êzidî nas bikin û ji nêz ve kar û barên wan bişopînin. 
 
5 jinên ku ji Ewropayê di bin sîwana TAJÊ'yê de cih digrin piştî 35 salan berê xwe dan Şengalê. Jinan diyar kir ku divê ji bo civaka Êzidî alîkarî bê dayîn û eş û zehmetiyên wan bên parvekin.  
 
'Keda Mam Zekî'
 
Jina bi navê Qeşam Axrman piştî 35 sala cara yêkemin bere xwe da Şengala birîndar û wiha hestên xwe anîn ziman: “Bi rastî ji me xwest ku berî fermanê em bên serdana Şengal’ê le mixabin ferman hat serê civaka me û me ne karî em bên.  Ji ber fermanê derfet çênebû em bên. Me xwest civaka Êzidiyan ên Şengalê nêz ve nasbikin. Kar xebaten wan nasbikin. Me gelek xwest Şehîd Mam Zekî nasbikin. Dema mirov li Şengalê dinerê keda Mam Zekî dibîne. Şehîd Mam Zekî bi rasti ji gelêk ked da. Ev bû 5 roj em hatin Şengal’ê me dît ku karekî pir pîroz lê Şengalê tê meşandin. Terzixane, firin hwd. Em dibînin ku jinên Êzidî her karê re mijîl e û em pir bi kefxweş in."
 
'Em ê li pêy şopa wan bin'
 
Qeşam Axrman di axaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya ji bo civaka Êzidiyan û wiha axivî: "Hevî û daxweza min ji civaka Êzidiyan hene, bila her kes piştgiriyê bide Êzidiyan. Bi rastî jî ger em bibin yek wê çaxê em ê bi ser kevin. Divê Êzidî gotinên Mam Zekî û fikr û xweyalên Mam Zekî  pêk bînin. Em soz didin Mam Zekî û şehîdên her aliyê Kurdistanê û  Şengalê em ê heta dawiyê li berxwe bidin em ê li pey şopa wan bin.”
 
'Ji bo serkeftina yekitî hewceye'
 
Nesîma Aydan ku xebaten TAJÊ'yê de cih digire çavderî û nerînên xwe ji bo Şengalê wiha anî ziman: "Ev nezîkê 2 sal in em di nava kar û xwebatan de nin. Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî TAJÊ de kar dikin. Me xwest em civaka xwe bibînin. Bi rastî ji li nav civaka me de gelêk xizan hene, pir zehmetiyan dikişenin. Em her tim malên xwe yen Ewropa ziyaret dikin. Bi rastî pêwistiyên Şengalê gelêkin. Lê em hatin ku halê wan bibinin me xwest destpekê em bibînin lê derfet çênebûn. Em dibînên Şengal gelêk xweş e, Şengal ji Ewropa xweştire. Welatê mirov ji welatên ditir çêtir û xweştire. Daxwaze me ji Êzidiyên Ewropayê heyê ku ji bo vê civakê her tişt bikin pîştgiriya vê civakê bikin. Bila jinên Êzidî destê xwe bidin hev bila ji bo civaka xwe rabin ser xwe. Ev civak pir êş kişandiye bila her Êzidiyek bibê yek, em ê wisa bi ser kevin.”
 
'Min Şengal dît û ez pir kêyf xweş bûm'
 
Zêro Ala  ji bo hatina xwe ya Şengalê kefxweşiyên xwe anî ziman û wiha got: "Em 5 jinên Êzidî ser navê TAJÊ'yê hatin Şengalê. Dema min Şengal wisa dît bi rastî ji ez pir kefxweş bûm, ji ber ku kar û xebatekî mezin hatiyê meşandin. Êzidiyên me yên Ewropa îro piştgiriyê didin. Divê çî destê me be em ji bo civaka xwe bikin. Beriya em bên du hefteya em di  greva birçîbûnê de bûn. Tiştên ku em dikin bi xêra Rêbertiya me ye. Bi rasti ji ger ne Rêber Apo nebûya em nedihatin vê astê. Îro bi saya fikir û felsefeya azad ya Rêber Apo jinên Êzidî hatina rizgar kirin."