ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2019'AN

  • 09:00 13 Nîsan 2019
  • Rojev
*5 jinên li Ewropayê piştî 35 salan berê xwe dan Şengalê û xwestin ku civaka Êzidî nas bikin û ji nêz ve kar û barên wan bişopînin. 
 
*Di 8’ê Nîsanê de hevşaredarên Şemrexê yên HDP’ê ku mazbataya xwe girtin û çûn avahiya şaredariyê, bi talana qeyûm re rû bi rû man. Derbarê mijarê de  Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin axivî û got ev jî parçeyekî zihniyeta AKP’ê ye û wiha  berdewam kir: “Zihniyeyeta qayim û valakirina şaredariyan yek e û ji hev cudatir nîne.” BI DÎMEN
 
*Denîz Aktaş a ESP’î diyar kir ku tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e û divê li hember grevên birçîbûnê zêdetir hestiyarî bê nîşandan, divê ev berxwedan, qêrîn bê dîtin, tecrîd bê şikandin. BI DÎMEN
 
*Parêzer Nergîs Tugba Aslan diyar kir ku li hinek girtîgehên Egeyê hevdîtinên muvekîl û parêzeran dikin bin qeydan û got ev pêkanîn tê wateya binpêkirina mafê darizandina adîlane û her wiha got li dijî destûra Bingehîn û PMME’ê ye. Nergîsê bi lêv kir ku divê ne tenê parêzer, baro jî li dijî vê dengê xwe bilind bikin. BI DÎMEN
 
* Muruvvet Kuçuk a şahida pêvajoyên girtîgehan a salên 1996 û 2000’î ye wiha got: "Em di pêvajoyên dişibin hev de derbas bûn, me heman hest jiyan. Şehadetên niha tên jiyîn qêrînên cidî ne. Ji bo şikandina bêdengiya li derve bangeke. Divê em bibin dengê qêrîna li girtîgehan bilind dibe."BI DÎMEN
 
*Di hembêza çemê Firatê de û bi mohra jinê, Gundê Borazê hatiye ava kirin. Lewma dema ku mirov  xwezaya gund temaşe, heyran û mest dibe. Ji ber vê jî her çar demsal cuda bi cuda xweşikbûyina xwe nîşan dide.BI DÎMEN
 
*Jinên ji ber krîza aborî betal man an jî kargeriyên xwe girtin, diyar kirin ku heta niha pêvajoyek wisa nejiyane û gotin li derve vexwarina çayekê jî lûks e, hêviyên wan, xeyalên wan tune bûne.