Rahşan Aydin a 118 roj e di grevê de ye girtin hucreyê
- 16:40 12 Nîsan 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakranê ya Hejmar 1 Rahşan Aydin a ku ev 118 roj e li dijî tecrîda li îmraliyê di greva birçîbûnê de ye bêyî ku kesek kê re refaqetê bike avêtin hucreyê.
Hat ragihandin ku jina bi navê Rahşan Aydin a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 118 roj e li Girîgeha Şakranê ya Hejmar 1 di greva birçîbûnê de ye bêyî ku kesek jê re rafakatê bike girtin hucreya yek kesî. Rahşan berî bi 2 salan li Amedê hat binçvakirin û bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" bi cezayê muebeta giran hat cezakrin. Niha jî bi îdiaya cezayê wê ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirin girtine hucreyê.
Herwiha hat diyarkirin ku Rahşan a avêtin huceryê û ji 26'ê Kanûna 2018'an ve di grevê de ye ku tendirustiya wê di xeterê de ye bêyî ku tu kes jê re refaqatê bike avêtine hucreyê.