'Hûrmetê nîşanê vîna gel bidin'

  • 15:52 12 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - YSK’ê biryar da ku mezbata Hevşaredarê HDP’ê yê Rezanê Zeyyat Ceylan ê di hilbijartina herêmî de bû yekemîn bide namzetê AKP’ê. Hevşaredarê Rêzanê Zeyyat Ceylan got ku ew kêmînek bû û divê hûrmetê nîşanê vîna gel bidin. 
 
Desteya Hilbijartinê (YSK), biryar da ku mazbata Hevşaredarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Rezan a Amedê Zeyyet Ceylan ê ji sedî 70.34 dengan hat hilbijartin, bi de namzetê AKP’ê yê winda kiribû. YSK’ê ya namzetiya Zeyyet a dikare beşdarî hilbijartinê bibe qebûl kiribû, piştî wekî serokê şaredariyê hat hilbijartin bi hinceta KHK’iye biryar da ku mezbata wî nedinê. YSK’a ku mezbata Hevşaredarê HDP’ê yê Rezanê Zeyyat Ceylan nedayê, biryar da ku mezbata Ceylan bide namzetê AKP’ê Huseyîn Beyloglû yê ji sedî 25,24 şarederiya Rezanê winda kir.  
 
Bertek li hemberî biryaran zêdetir dibin. HDP'ê li dijî biryarê li ber Şaredariya Rêzanê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Mûsa Farîsogullari, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Adnan Selçuk Mizrakli, Hevşaredarên Rêzanê Zubeyde Zumrut û Zeyyat Ceylan, rêvberên HDP û DBP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin. 
 
Zeyyat Ceylan, destnîşan kir ku YSK li dij qanûnê tev digere û wiha got: "Me di destpêka hilbijartinê de serledan kiribû û pirsgirêk tûnebû. Lê niha HDP'ê bi ser ket lê mazbatayên me nehatin dayîn. Li gorî me ev kêmîn e. Gelo bi zanetî hat kirin. Hûrmetê nîşanê vîna gel nadin."
 
Zeyyat, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û wiha axivî: "Tecrîd tenê ne li hemberî Birêz Ocalan pêk tê, li hemberî Gelê Kurd pêk tê. Tecrîd li hemberî demokrasiyê pêk tê. Divê demildest tecrîd rabe, ji ber ku rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê xirabtir dibe."